Iraq: Kurdistan kontrola Deriyên Sînor di dest de digre

Iraq: Kurdistan kontrola Deriyên Sînor di dest de digre

PeyamaKurd - Ji Saziya Deriyên Sînor ên Iraqê hat ragihandin, ku rêveberiya deriyên sînor ên li Herêma Kurdistanê ne di bin kontrola rêveberiya navendî ya Iraqê de ye.

Li Bexdaya paytextê Iraqê Serokê Saziya Deriyên Sînor ên vî welatî Kazim El Iqabî civîneke çapemeniyê saz kir û diyar kir ku rêveberiya deriyên sînor ên li Herêma Kurdistanê ne di bin kontrola rêveberiya navendî ya Iraqê de ye û got, bo kontrola van deriyên sînor bikeve destê Bexdayê divê hikûmeta nû ya Iraqê hinek pêngavan biavêje.

Kazim El Iqabî diyar kir: “Deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê hêj ser bi wir ve kar dikin. Piştî biryar hat dayîn ku divê ev kontrol bikeve destên rêveberiya navendî, di derbarê radestkirina van sînoran bo Bexdayê me li gel Herêma Kurdistanê pêşrêkevtinek dualî îmza kir.”

El Iqabî destnîşan kir, ku helwesta Herêma Kurdistanê ya di vê mijarê de erênî bû lê niha hinek astengî hene û got, bo kontrola hemû deriyên Iraqê bikeve yekdestî divê hikûmeta Adil Ebdulmehdî û hikûmeta Herêma Kurdistanê hinek pêngavan biavêjin.

 Serokê Saziya Deriyên Sînor ên Iraqê herwiha li der vekirina deriyekî nû di navbera Iraq û Tirkiyê de jî got, me bo vê yekê 4 alternatîf pêşkeşî hikûmeta Heyder Ebadî kiribû lê em hêj li benda bersivê ne.

Herêma Kurdistanê bi tevahî 8 deriyên sînor kontrol dikin, ku yek li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye bi navê Deriyê Sînor ê Xelîl Îbrahîm (Xabûr), 3 derî bi awayekî fermî li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ne, ku bi navên Deriyê Hacî Omeran, Deriyê Perwezxan û Deriyê Başmax û dîsa 3 deriyên ne fermî li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ne, bi nave Kele, Seyranben û Tewêlê û deriyek jî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ye bi navê Deriyê Fîxabûr. Kêşeya deriyên sînor bi taybetî piştî bûyerên 16ê Cotmehê di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de bû mijar.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin