PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Iraqê biryar da ku çavkaniyên darayî ji bo dayîna tazmînatê ji malbatên kesên ku di êrîşên bêmirov ên li dijî Herêma Kurdistanê de canê xwe ji dest dane veqetîne.
Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî îro serokatiya 17emîn civîna asayî ya Encumena Wezîran a Iraqê kir.
Encûmena Wezîran biryar da ku çavkaniyên darayî ji bo dayîna tazmînatê ji malbatên kesên ku di êrîşên bêmirov ên li dijî Herêma Kurdistanê de canê xwe ji dest dane veqetîne.
Encûmenê herwiha desthilata tevahî da Şirketa Kirrûbirra Petrolê ya Iraqê (SOMO) ku mekanîzmayên nû yên kirrûbirrê bikar bîne û bi şirketên ku dixwazin petrolê bikirin re danûstandinan bike, bi armanca zêdekirina hinardekirina petrola xav.