Isaac Herzog: Guherîna rejîma Îranê ne armanca me ye

PeyamaKurd – Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog di hevpeyvîna xwe ya bi CNBCyê re tekez kir ku guhertina rejîmê ne armanca wan a fermî ye û got, "Armanca me ji holê rakirina bernameya nukleerî ya Îranê ye."
Herzog Tehran bi xapandin û lezandina ber bi bombeyê ve tawanbar kir û got ku guherîna rejîmê dikare aştiyê bîne herêmê.
Herzog got, "Carinan divê hûn dijwar bin da ku gefên nêzîk ji holê rakin. Ev e ya ku em dikin," û îdia kir ku êrîşan bandoreke rastîn li ser bernameya nukleerî ya Îranê kiriye.
Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) di daxuyaniyekê de di 9ê Hezîranê de bang li Îranê kir ku hevkariyê bike û got ku wekî din tu garantî tune ku çalakiyên nukleerî yên Îranê bi tevahî aştiyane ne.
Piştî êrîşên Îsraîlê, Rêveberê Ajansa Atomî ya Atomî Rafael Mariano Grossi di hevpeyvînekê de ligel CNNê derbarê bernameya atomî ya Îranê de got, "Me tu delîlek li ser hewldanek sîstematîk a ber bi çeka atomî ve tune."
Di 13ê Hezîranê de, Îsraîlê êrîşên berfireh li dijî tesîsên nukleerî yên li bajarên cuda yên rojhilatê Kurdistanê û Îranê û her weha fermandariya bilind a leşkerî pêk anîn.
Di êrîşan de Serfermandarê Giştî yê Artêşa Îranê, Fermandarê Giştî yê Muhafizên Şoreşê, hin fermandarên payebilind û 9 zanyarên nukleerî mirin, hejmara giştî ya sivîlên ku di êrîşê de mirin jî heta niha 224 ye.
Hat ragihandin ku di êrîşa artêşa Îranê ya li dijî Îsraîlê de bi mûşekên balîstîk 25 kes mirine û zêdetirî 500 kes jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniyek ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ve di 15ê Hezîranê de hatiye dayîn, di êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê de herî kêm 224 kes hatine kuştin û zêdetirî 1277 kes jî birîndar bûne.
Gelek welatan, bi taybetî jî Tirkiyeyê, Îsraîl şermezar kir.
Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.




