Civîna PDK û YNKê ya bi seroktiya Serok Barzanî bidawî bû: Çi hat axaftin?

Civîna PDK û YNKê ya bi seroktiya Serok Barzanî bidawî bû: Çi hat axaftin?

PeyamaKurd- Îro 14ê Tîrmehê bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî, nivîsgehên siyasî yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Pîrmamê civiyan.

Di civînê de pirsgirêka mûçeyan û yekhelwestiya Kurdan a li Bexdayê hat gotûbêjkirin.

Li gorî zanyariyan, pirsgirêka mûçeyan, yekhelwestiya Kurdan li Bexdayê, hinardekirina petrolê û pêkanîna kabîneya dehan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civînê de hatin axaftin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 21ê Gulanê jî nivîsgehên siyasî yên PDK û YNKê li Hewlêrê ji bo gengeşekirina pêkanîna kabîneya dehan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyabûn.

Ev nivîs 122 car hatiye xwendin.