Parlamentoya Tirkiyê hefteya bê komîsyonekê bo PKKê ava dike

Parlamentoya Tirkiyê hefteya bê komîsyonekê bo PKKê ava dike

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo birêvebirina pêvajoya çekberdana PKKê dest bi amadekariyên avakirina komîsyoneke taybet kiriye û çaverê ye komîsyon vê hefteyê were avakirin.

Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê, ji partiyên siyasî yên parlamentoyê xwest ku endamên xwe ji bo komîsyonê diyar bikin.

Hate diyarkirin ku wê komîsyon bi biryara Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê were damezirandin û çarçoveya karê wê jî dê ji aliyê heman serokatiyê ve were diyarkirin.

Hate zanîn ku wê komîsyon ji 35 endaman pêk bê û ji her partiyê 5 endam tê de cî bigirin. Herwiha wê partiyên koma wan a parlamentoyê tune ye jî nûnerekî bişînin komîsyonê.

Hate diyarkirin ku parlamenterên serbixwe jî bi avêtina pişkê 5 endaman tevlî wê komîsyonê bikin.

Li gorî zanyariyan erka sereke ya komîsyonê amadekirina reşnivîsa çarçoveyeke yasayî ji bo endamên PKKê yên çekên xwe datînin e. Herwiha armanc ew e ku bi derxistina yasayên nû rê li ber vegera çekdarên PKKê bo nava civakê were vekirin.

Hêjayî gotinê ye, wekî gava yekem 30 PKK’îyan li Silêmaniyê Şikefta Casenê çekên xwe şewitandin.

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.