Stenbol | Malbateke Kurd bi hinceta muzîka Kurdî rastî êrîşa polîsan hat

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku şeva borî malbateke Kurd a li Stenbolê dema ji seyranê vedigere, rastî bi hinceta ku di otomobîla xwe de stranên Kurdî guhdarî dikin, rastî êrîşê hat. Kesên êrîşkar piştre gazî polîsan jî kirin û bi hev re li jin, zarok û hemû endamên malbatê xistin.
Li gorî zanyariyan, malbata Kurd ku ji 10 ferdan pêk dihat, şevê din li saet derdora 21.00ê dema ji navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê ji seyranê vedigeriya, di rê de bi hinceta ku di otomobîla xwe de li stranên Kurdî guhdarî dikin ji hêla polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin.
Piştre ji endamên malbatê zarokek û Zeynep Yaman a ducanî bi giştî 3 kes hatin berdan û 7 kes jî sewqî midûriyeta emniyetê hatin kirin. Piştî îfadeyên malbatê yên emniyetê malbat li Edliyeya Çaglayan a Stenbolê derket pêşberî dozgeriyê.
Dozgeriyê, ji endamên malbatê Ahmet Kaya, Umut Kaya û Yakup Kaya bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.
DEM Partiyê bertek nîşanî helwesta li dijî malbata Kurd da û bi daxuyaniyekê ragihand, ev kiryara dijmirovî naye qebûlkirin û divê demildest ew polîsên êrîşî malbatê kirin ji kar bên dûrxistin û banga proseya hiqûqê a bilez û şefaf kir.
Ev nivîs 123 car hatiye xwendin.





