Nêçîrvan Barzanî li gel fermandarê Koalîsyonê civiya

Nêçîrvan Barzanî li gel fermandarê Koalîsyonê civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwaziya General Kevin Leahy, fermandarê hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ya li Iraq û Sûriyeyê û şandeya pê re kir.

Di civînê de, ku Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Steven Bitner jî beşdar bûn, nirxandinên berfireh li ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraq û Herêma Kurdistanê, têkiliyên Hewlêr-Bexdayê, pêvajoya çaksazî û yekkirina hêzên Pêşmerge, û gef û tevgera DAIŞê ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê kirin.

Amadekarên civînê li hev kir ku DAIŞ hîn jî gefeke cidî ye li ser ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraq, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê.

Di vê çarçoveyê de, careke din girîngiya hevahengî û hevkariya hevbeş a berdewam di navbera artêşa Iraqê, Pêşmerge û hêzên hevpeymaniya navneteweyî de hate tekezkirin.

Nêçîrvan Barzanî spasiya Koalîsyonê kir 

Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî ya di şerê li dijî terorê de ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê spasiya xwe dubare kir.

Wî kêfxweşiya xwe ji bo piştgirî û beşdariyên General Leahy a di pêvajoya çaksazî û yekkrina hêzên Pêşmerge de nîşan da û ji wan re serkeftin xwest.

Di civînê de her wiha gelek mijar hatin nîqaşkirin, di nav wan de pêşketinên li Sûriyeyê, rewşa Kurdan û pêkhateyên din, bandora pêşketinên herêmî ya li ser Iraq û Herêma Kurdistanê, û girîngiya parastina aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn.

Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.