Ayşegul Dogan: Bêyî demokrasiyê aştî nabe

Ayşegul Dogan: Bêyî demokrasiyê aştî nabe

PeyamaKurd – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Ayşegul Dogan destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bi hev ve girêdayî ne û Kurdan ji bo ku hebûna xwe nas bikin fedakariyên mezin kirine.

Doğan derbarê bikaranîna zimanê Kurdî li Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) de destnîşan kir ku ew nikarin li Parlamentoyê bi Kurdî biaxivin û got, "Dema em diaxivin, mîkrofon tê girtin. Zimanê me wekî zimanekî nenas tê hesibandin. Ji ber vê yekê destûr nayê dayîn ku em li Parlamentoyê bi Kurdî biaxivin."

Ayşegul Doğan bal kişand ser qurbaniyên ku Kurdan ji bo naskirina hebûna xwe dane û mînaka Vedat Aydin da ku ji ber axaftina bi Kurdî şehîd bû.

Doğan got, "Ji bo ku hebûna wan bê naskirin, Kurdan fedakariyên mezin kirin. Em nikarin wan ji bîr bikin."

Derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd û pêvajoya aştiyê de, Doğan tekez kir ku ew li Tirkiyeyê hemwelatîbûna wekhev dixwazin û ev ne qencî an tawîz e, lê mafek rewa ye.

Doğan got, "Meseleya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bi hev ve girêdayî ne. Bê demokrasiyê aştî nabe, bê aştiyê jî demokrasî nabe."

Ayşegul Doğan jî li ser girîngiya yekîtiya Kurdan rawestiya û got, "Cudahiyên di îdeolojiyên partiyan de divê nebin asteng ji bo yekîtiya Kurdan. Tiştekî normal e ku îdeolojiyên cuda di nav tevgera Kurd de hebin."

Ayşegul Doğan diyar kir ku ew bawer dikin ku pêvajoya aştiyê wê bi ser bikeve û got, "Çekdanîna PKKê gaveke girîng bû, û mînaka şewitandina çekan peyameke xurt bû ku divê zihniyeta xweparastinê ya PKKê biguhere û li şûna wê divê PKK daxwaza diyalogê bike."

 
Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.