Ji Îranê daxuyaniya girtiyên ji Zindana Evînê reviyane

Ji Îranê daxuyaniya girtiyên ji Zindana Evînê reviyane

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku hejmarek girtiyên di dema êrîşa Îsraîlê de ji girtîgeha Evîn a Tehranê reviyane hîn nehatine desteserkirin.

Berdevkê Desthilata Dadweriya Îranê Esxer Cehangîrî ragihand ku ji ber êrîşa Îsraîlê ya hinek girtî ji Girtîgeha Evînê reviyane û got: “Hejmara kesên ku di dema êrîşê de reviyane kêm e û hewl tê dayîn ku ew dîsa bên desteserkirin û vegerandin.”

Cehangîrî herwiha got ku bi giştî 5 girtî di êrîşê de hatine kuştin ku ji ber tawanên darayî hatibûn girtin.

Esxer Cehangîrî gotiye, ji bo texmînkirina zirarên girtiyan û malbatên wan komîteyek hatiye avakirin û herwiha dê belge li ser kelûpelên li derdora girtîgehê zirar dîtine bên komkirin û awayên qerebûkirinê jî bên nirxandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 23ê Hezîranê di roja 11emîn a şerê Îran û Îsraîlê bû, Îsraîlê Girtîgeha Evînê ya li Tehranê kiribû armanc û wê demê hatibû ragihandin ku 79 kesên ji girtî, malbatên wan, karmendên girtîgehê û niştecihên taxên nêzîk hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne.

Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.