Serokomarê Îranê di êrîşa Îsraîlê de birîndar bû

Serokomarê Îranê di êrîşa Îsraîlê de birîndar bû

PeyamaKurd- Hate ragihand ku Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di êrîşa li ser civîna Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê ya li Telefîfê de birîndar bûye.

Ajansa nuçeyan a Fars a Îranê belav kiriye, serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di êrîşeke Îsraîlê de birîndar bûbû ku di 15ê Hezîranê de Îsraîlê civîneke Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê hedef girtibû

Ajansê daye zanîn ku di civînê de ji bilî Serokomar Mesûd Pizîşkiyan, hejmarek rayedarên din ên hikumetê û leşkerên Îranê amade bûn, ku di jêrzemîna avahiyeke li Tehranê de hate lidarxistin.

Li gorî heman agahiyan, êrîş bi 6 moşekan hatiye kirin û rasterast deriyên ketin û derketina avahiyê hatine hedef girtin ku valahiyên hewayê bêne girtin û rayedarên hundir werin fetisandin. Di êrîşê de bi yek car elektrîka avahiyê jî qût bûye.

Medya Îranê ragihand ku rayedarên beşdarî civînê bûn karîn bi rêya korîdoreke ku di avahiyê de hatibû amadekirin birevin, lê Serokomar Mesûd Pizişkiyan ji lingê xwe birîndar bû.

Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.