Musk li ser Epstein bang li Donald Trump kir!

Musk li ser Epstein bang li Donald Trump kir!

PeyamaKurd - Karsazê Amerîkî Elon Musk bang li Serokê Amerîkayê Donald Trump kir ku dosyayên Epstein eşkere bike.

Musk li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X şîrove li ser posta Trump kir û got "Divê Epstein ewqas di bin çavan de nebe."

Musk bi pirsa "Ma tu bi rastî cidî yî?" bertek nîşanî Trump da û destnîşan kir ku Trump bi berdewamî peyva "Epstein" bi kar aniye, her çend diyar kiriye ku divê ewqas behsa Epstein neyê kirin.

Di posta xwe de, Musk bang li Trump kir ku "Tenê dosyayan eşkere bike, wekî ku te soz da."

Trump, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Truth Social, nerehetiya xwe ya li ser dosyayên Epstein ên ku têne nîqaşkirin anî ziman û îdia kir ku ew ji hêla rêveberiyên Demokrat ên berê ve hatine afirandin.

Trump îdia kir ku dosyayên Epstein ji hêla rêveberiyên serokên berê Barack Obama û Joe Biden ve hatine amadekirin û got, "Çima em ewqas cih didin van dosyayên ji hêla kesên ku bi sextekariya Rûsyayê cîhan xapandine ve hatine nivîsandin?"

Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.