Rojava ji axaftina nefretê ya Tom Barracak nîgeran e!

Rojava ji axaftina nefretê ya Tom Barracak nîgeran e!

PeyamaKurd - Hev-Rêvebira Beşa Karûbarên Derve ya Rojava Îlham Ehmed got, "Em ji zêdebûna gotinên nefret û tohmetên xiyanetê di hin daxuyaniyên fermî de nîgeran in."

Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack di daxuyaniyekê de diyar kir ku DYA rêzê li yekparçeyiya axa Sûriyeyê digire û ti nîşanên avakirina dewletek serbixwe an herêmek federal ji bo Kurdan li welêt tune ne.

Di daxuyaniyek din de, Tom Barrack diyar kir ku heke SDF entegrasyona xwe ya nav artêşa Sûriyeyê bilez neke, ew ê bi hikûmetên Tirkiye û Sûriyeyê re bi pirsgirêkan re rû bi rû bimîne.

Piştî van daxuyaniyan, nîqaşên li ser çarenûsa SDF û Kurdên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji nû ve dest pê kirin.

"Em ji gotinên nefretê nîgeran in..."

Piştî daxuyaniya Tom Barrack, Hev-Rêvebirê Beşa Karûbarên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, X, postek balkêş parve kir.

Daxuyaniya Îlham Ehmed wiha ye:

"Em piştgiriya berdewam a DYA û Fransayê ji bo çareseriyek siyasî li Sûriyeyê û beşdariyên wan ên ji bo nêzîkkirina nêrînên aliyên Sûriyeyê bi germî pêşwazî dikin.

Lêbelê, em ji zêdebûna gotinên nefretê û tohmetên xiyanetê di hin daxuyaniyên fermî de nîgeran in. Em hêvî dikin ku rolek avaker hebe ku diyalogê xurt bike, ne ku qels bike."

Ev nivîs 127 car hatiye xwendin.