Şandeyên PDK û YNK wê bi Mesûd Barzani û Talabanî re bicivin

PeyamaKurd - Şandeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dê sibê li Pîrmam bicivin.
Li gorî çavkaniyek têkildar, şandeyên ji Mekteba Siyasî ya PDKê û Mekteba Siyasî ya YNKê wê roja Duşemê 14ê Tîrmeha 2025an li Pîrmam bicivin.
Li gorî agahiyan, Serokê PDKê Mesûd Barzani û Serokê YNKê Bafil Talabanî wê beşdarî civînê bibin.
Di civînê de wê avakirina Kabîneya 10emîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, yekîtîya partîyên Kurdî li Bexdayê, nakokîya li ser mûçeyan û ji nû ve hinardekirina petrola Kurdî werin nîqaşkirin.





