Rûsya: Li çar bajaran 36 dronên Ukraynayê hatin xistin

PeyamaKurd- Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku şeva borî hêzên wan ên asmanî 36 balafirên bêmirov ên Ukraynayê li ezmanê herêmên Belgorod, Voronezh, Lipetsk û Nîjnî Novgorod xistin xwar.
Wezaretê da zanîn ku ji wan 26 dronan li ezmanê Belgorodê hatine xistin.
Parêzgarê herêma Belgorod, Vyacheslav Gladkov diyar kir ku ji ber ketina parçeyên balafireke bêmirov li ser malekê 2 welatî birîndar bûne.
Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.




