Erdogan û El Nahyan axivîn

Erdogan û El Nahyan axivîn

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Îmaratên Yekbûyî yên Erebî Şêx Mihemed Bin Zayed El Nahyan li ser pêşketinên di pêvajoya aştiyê de axivîn.

Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Rêveberiya Ragihandinê ya Serokkomariyê ve hat weşandin, hat diyarkirin ku Recep Tayyip Erdogan û Şêx Mihemed Bin Zayed El Nahyan roja Yekşemê, 13ê Tîrmeha 2025an, bi têlefonê axivîn.

Di hevdîtinê de, Erdogan diyar kir ku wan bi pêvajoya "Tirkiyeya Bê Teror" gaveke girîng avêtine da ku terorîzmê bi tevahî ji rojeva hem Tirkiye û hem jî herêmê derxînin û ev yek wê bi biryardarî berdewam bike.

Li gorî daxuyaniyê, El Nahyan diyar kir ku armanca Tirkiyeyê ya "Tirkiyeya Bê Teror" wê bi girîngî beşdarî ewlehiya herêmî bibe û hêviya xwe anî ziman ku Tirkiye wê vê pêvajoyê bi serkeftî biqedîne.

Erdogan herwiha diyar kir ku hevkariya stratejîk a di navbera Tirkiye û Îmaratê de di her warî de bandorên erênî dike û her du welat di gelek waran de, nemaze di pîşesaziya parastinê û teknolojiyên nû de, xwedî potansiyeleke mezin in.

Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.