Sedema boykota PDKê ya Parlamentoya Iraqê eşkere bû

PeyamaKurd- Endamê Parlamentoya Iraqê yê fraksiyona PDKê Şêrwan Duberdanî, li ser beşdarnebûna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di rûniştina doh a parlamentoya Iraqê de, daxuyanî da.
Duberdanî got: “Beşdarnebûna PDKê di civîna Parlamentoya Iraqê de helwest bû li hember neheqiyên ku hikûmeta Iraqê kirine û zêdetirî 70 rojane mûçeyê fermanberên Kurdistanê neşandine û xedir li xelkê û mûçegirên Herêma Kurdistanê dike.”
Herwaha got: "Meseleya mûçeyan ti eleqeya wê bi parlamentoyê re tune ye, ew mijarek destûrî ye û li gorî qanûn û destûrê tê rêkûpêk kirin û divê hikûmeta Iraqê li gorî metnên destûrî û yasayî tevbigere."
Dûberdanî got: "Divê hemû fraksiyonan jî heman helwesta PDKê hebûya û rêjeya yasayî temam nekiriba, mixabin, bazarên siyasî bi mûçeyên gelê Kurd tên kirin û hin partî tenê xwe nîşan didin û xema gel naxwin.”
Hêjayî gotinê ye, di rûniştina parlementoya Iraqê ya 12ê Tîrmehê de, daxwazên partiyên Kurdî (hemû partî ji bilî PDKê) nehatin bihîstin û ti xalek li rûniştinê nehat zêdekirin. Loma jî PDK beşdarî civînê nebû û rûniştin bi beşdariya 175 parlamenteran pêk hat. Herwiha ger fraksiyonên Kurdistanê beşdarî nekirana rêjeya têr dike ji bo rûniştinê temam nedibû, ji ber ku heke ji 165 parlamenteran kêmtir amade bibûna, rêje temam nabe. Lê fraksiyon kurdî rêje temam kirin û ti daxwaza wan a zêdekirina rojevê jî nehat pêkanîn.
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.




