Îran: "Em hewl didin bi xurtkirina dîplomasiyê pêşî li şer bigirin"

Îran: "Em hewl didin bi xurtkirina dîplomasiyê pêşî li şer bigirin"

PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkian diyar kir ku ew hewl didin bi xurtkirina dîplomasiyê pêşî li dubarebûna şer û pevçûnê bigirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA), Pezeşkian di dema axaftinekê de li Wezareta Petrolê de li ser bûyerên rojane daxuyanî da.

Pezeşkian diyar kir, "Em hewl didin bi xurtkirina dîplomasiyê pêşî li dubarebûna şer û pevçûnê bigirin. Şer sûdê nade kesî, û tu kes serketî nîne."

Pezeşkian diyar kir ku ew hewl didin ku hem yekîtiya navxweyî û hem jî hevgirtinê li gorî nêzîkatiya "hikûmeta lihevkirina neteweyî" bi dest bixin û bi welatên cîran û hêzên cîhanê re têkiliyên dostane ava bikin, û bal kişand ser girîngiya yekîtî û hevgirtinê ya giştî li hember êrîşên Îsraîlê.

Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.