APIKUR: Em piştgiriyê didin ji nû ve hinardekirina petrola Kurdistanê

PeyamaKurd – Sendîkaya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) îro daxuyaniyek belav kir û tê de kêfxweşiya xwe ji bo xurtkirina danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de yên derbarê ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê ya Herêma Kurdistanê de anî ziman.
APIKURê diyar kir ku ew amade ne tavilê dest bi hinardekirina petrolê bikin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 12ê Tîrmeha 2025an de nûnerên şirketên endamên APIKURê bi rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê re civiyane. Şirketên navneteweyî di civînê de amadebûna xwe ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya boriya Iraq-Tirkiyeyê dubare kirine, bi şertê ku peymaneke nivîskî û ya pêbend were îmzekirin.
APIKURê tekez kir ku divê rêbaza dayîna lêçûnên petrolê zelal û ji bo şirketên navneteweyî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê qebûlkirî be, û pere bi nextî an jî bi veguhestina guncaw pêk were. Herweha, sendîkayê bal kişand ser giringiya rêzgirtina li peymanên hevbeş ên di hemû gavên pêvajoyê de.
Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.





