Sînem Mihemed: Şerê bi Kurdan re dê karesat be

PeyamaKurd – Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Washingtonê, Sînem Mihemedê di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re ragihand ku Amerîka piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê didomîne û daxwaz dike ku ev hêz bi hikûmeta Sûriyeyê ve werin entegrekirin.
Sînem Mihemedê diyar kir ku Amerîka ji bo aştî û aramiya Sûriyeyê dixebite û got:
“Amerîkî dixwazin di navbera Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta Sûriyeyê de peymaneke bilez çêbibe. Ew ji pirsgirêka Sûriyeyê westiyane û çareseriyekê dixwazin.”
Wê bal kişand ser rola Nûnerê Taybet ê DYAyê yê Sûriyeyê, Tom Barrackê ku hewl dide hevsengiyekê di navbera Tirkiye, Sûriye, Lubnan û Îsraîlê de biparêze.
“Çûna Şamê giring e, lê nakokî cidî ne”
Sînem Mihemedê anî zimên ku çûna Şamê ji bo çareseriyê pêwîst e, lê lihevhatina bi hikûmeta Sûriyeyê re ne hêsan e. Wê got:
“Em bawer dikin ku ji bo çareseriyê divê em biçin Şamê, lê nakokiyên cidî hene. Ev dê ne pêvajoyeke hêsan be.”
“Piştgiriya eşkere ya Kongresê ya ji bo HSDyê”
Nûnera MSDyê destnîşan kir ku Kongresa Amerîkayê HSDyê wek hevalbend dibîne û got:
“Kongre bi eşkereyî dibêje ‘HSD hevkara me ye.’ Em bawer dikin ku DYA dê dev HSDyê ji bernerde.”
“Şerê bi Kurdan re dê karesat be”
Sînem Mihemedê behsa şerê li başûrê Sûriyeyê yê li Siweydayê yê di navbera milîsên Durzî û çekdarên HTŞyê de kir û tekez kir ku ew naxwazin senaryoyeke wisa li Rojavayê Kurdistanê dubare bibe. Ew li ser vê mijarê weha pê de çû:
“Şerê navxweyî dê ji bo tevahiya Sûriyeyê karesatek be.”
Li gorî Sînem Mihemedê, Amerîka ne tenê HSDyê, lê saziyên Rêveberiya Xweser jî dê bi hikûmeta Şamê ve entegre bike. Wê diyar kir: “Amerîka dixwaze saziyên Rêveberiya Xweser gav bi gav bi hikûmeta Sûriyeyê ve werin girêdan.” Herwiha, DYA pêşniyar dike ku HSD tevlî artêşa Sûriyeyê bibe, lê wek hêzeke sereke, ne wek hêzeke asayî.
“Daxwaza destûreke demokratîk”
Sînem Mihemedê ragihand ku pergaleke navendî nikare krîzên Sûriyeyê çareser bike û got: “Divê destûreke nû ya demokratîk were çêkirin. Dibe federal an otonom be, lê divê mafên gelê Kurd bi destûrî werin garantîkirin. Sûriye divê venegere rewşa xwe ya berê.”
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.





