Di dema Kabîneya 9emîn de 30 nexweşxane hatin vekirin

PeyamaKurd – Kabîneya 9emîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çend salên dawî de gavên mezin di sektora tenduristiyê de avêtine, bi armanca bipêşxistina xizmetên bijîşkî û dabînkirina lênêrîna tenduristiyê ji bo hemwelatiyan.
Di vê çarçoveyê de, 30 nexweşxaneyên nû hatine avakirin, ku hin ji wan hêj di qonaxa avakirinê de ne. Ji nav van nexweşxaneyan, Nexweşxaneya Amêdiyê ya li Duhokê, Nexweşxaneya Giştî ya Spêdekan ya li Hewlêrê, Nexweşxaneya Lezgîn a li Ranyayê, Nexweşxaneya Zarokan a li Zaxoyê, û Nexweşxaneya Derûnnasiyê ya li Hewlêrê cih digirin.
Herwiha, 21 navendên pisporiyê, weke Navenda Awatê ya Dermankirina Penceşêrê ya Tîrêjê ya li Hewlêrê, Navenda Emeliyata Dil a Vekirî ya Zarokan a li Silêmaniyê, û Navenda Teşhîsa Penceşêra Pêsîran abli Ranyayê hatine damezrandin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya 3 nexweşxane û 5 navendên pispor xizmetên muayene û dermankirina bêpere ji bo nexweşên penceşêrê pêşkêş dike. Wekî din, kevirê bingehîn ji bo 2 nexweşxaneyên nû yên taybet bi dermankirina penceşêrê hatiye danîn, ku armanc jê dabînkirina derman û xizmetên bijîşkî yên pêşketî ye.
Wezareta Tenduristiyê dermanên bêpere li nexweşxaneyên giştî dabeş dike û firotina dermanan a li sûkan bi rêya bikaranîna stîkeran ji bo misogerkirina kalîteyê rêkûpêk kiriye.
Ji bo pêşerojê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê planên xwe yên stratejîk diyar kiriye, weke damezrandina sîgortaya tenduristiyê, avakirina depoyeke neteweyî ya derman û pêdiviyên bijîşkî, damezrandina Şirketa Neteweyî ya Derman û Pêdiviyên Bijîşkî, û bipêşxistina lênêrîna tenduristiyê ya seretayî.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.





