Doktorekî malbatê di mala xwe de mirî hat dîtin

Doktorekî malbatê di mala xwe de mirî hat dîtin

PeyamaKurd – Li Anedolê li bajarê Manisayê doktorê malbatê yê bi navê Tamer Çoban (61) ku xaneşînê, 3 roj bû ku jê xeber nedihat sitendin, di mala xwe de mirî hat dîtin.

Bûyer, îro seet li dora 16.30an de çêbû. 3 roje ku ji doktor xeber tinebû. Dema xeberê dan tîmên 112an, polîs, îtfaiye û tîmên tenduristiyê, tîm çûn mala doktor.

Bi alîkariya îtfaiyê tîm ketin nav malê û di beşa hemamê de cesedê doktor Tamer Çoban dîtin. Piştî kontrola polîs û dozger cesedê doktor li ereba cenaze siwar kirin û bo otopsiyê şandin Tib a Edlî ya Îzmîrê.

Hat ragihand ku doktor Çoban herî dawiyê li bajarê Trabzonê li navça Ortahisarê dixebitî, ji hevjîna xwe veqetiyabû û cihê dijiya.

Ev nivîs 151 car hatiye xwendin.