Bi sedema şewata li başûrê Fransayê balafirgeha Marsilyayê hat girtin

Bi sedema şewata li başûrê Fransayê balafirgeha Marsilyayê hat girtin

PeyamaKurd – Bi sedema li başûrê Fransayê li bajarê Pennes-Mirabeauyê agir bi daristanê ket, balafirgeha Marsilya Provence bo demkî hat girtin.

Li gor çapemeniya Fransayê; ciyê şewatê Pennes-Mirabeau ji bajarê Marsilyayê tenê 20 km dûre û sedema agirketina daristanê nehatiye zanîn.

Ji bo agirê daristanê vemirînin, 70 alav û 168 kesên agirkujiyê şandine ciyê şewatê. Parêzgeh got ku heya mecbûr nemînin bila kes ji mala xwe dernê derve û rêya navera Pennes-Mirabeau û Marsilya ya A55 bo çûnûhatinê hat girtin.

Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.