Dadgehê Ewropayê ji bo Demirtaş, ya Tirkiyê jî ji bo Doza Kobaniyê biryarek da

Dadgehê Ewropayê ji bo Demirtaş, ya Tirkiyê jî ji bo Doza Kobaniyê biryarek da

PeyamaKurd-  - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) îro 7ê Tîrmehê biryar da ku girtina Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş bi armancên siyasî ye û divê Tirkiye 55 hezar Euro wî qerebû bide.

DMMEyê diyar kir ku agahiyên di dozên ku ji ber Bûyerên Kobaniyê yên 2014an derbarê Demîrtaş de hatibûn vekirin, bi "tohmetên tawanên cuda" cardin hatine bikaranîn û ev yek manîpulasyoneke siyasî pêk tîne.

DMMEyê destnîşan kir ku girtin, ji ber ku Dadgeha Destûra Bingehîn çavdêriyeke bibandor pêk neaniye, ev yek binpêkirina mafan e.

Di biryarê de hat gotin, “Tedbîrên ku ji aliyê rayedaran ve hatine girtin, bi awayekî neguncaw hatine hincetkirin û armanca sereke tepisandina pirdengiya siyasî û sînordarkirina nîqaşên demokratîk bûye.”

Li aliyê din hevdem di Doza Kobaniyê de biryarên kontrola edlî yên derbarê siyasetmedarên HDPê de, hatin rakirin.

Di çarçoveya Doza Kobaniyê de, Hevserokên berê yên HDPyê Figen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de, ceza li gelek siyasetmedaran hatibû birîn û hinek ji siyasetmedarên ku ceza li wan hatibû birîn, bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.

Parêzera Ayla Akat Ata, Çîgdem Kozan û parêzerê Mesut Bagcik, Yusuf Çakas ji bo rakirina biryara kontrola edlî ya derbarê muwekîlên xwe û siyasetmedarên din de serî li dadgehê da.

Dozgeriyê mutalaya xwe pêşkêşî 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê kir û daxwaz kir ku biryarên kontrola edlî yên derbarê Ayla Akat Ata, Emîne Ayna, Mesut Bagcik, Ayşe Yagci, Gultan Kişanak, Meryem Adibellî û Sabahat Tuncel de bên rakirin.

Hate ragihandin ku dadgehê piştî nirxandinê biryara qedexeya derketina derveyî welat a li ser hemû siyasetmedaran rakir.

Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.