Bane: Rejîma Îranê kolberekî Kurd qetil kir

Bane: Rejîma Îranê kolberekî Kurd qetil kir

PeyamaKurd – Li gorî raporeke Saziya Mafê Mirov a Hengawê, Xalid Mihemedî, kolberekî 23 salî yê ji gundê Encîne yê Baneyê, yê Rojhilatê Kurdistanê, li sînorê Şebdînê bû hedefa yekser a hêzên Alaya Sînor a Rejîma Komara Îslamî ya Îranê û hat qetilkirin.

Hengawê di heqê wî de diyar kir ku ev kolberê ciwan, ne demeke ji zû de zewicîbû, bêyî ku çekdarên rejîmê wî hişyar bikin, ji dil û pişikê xwe ve hat hedefgirtin û can da.

Her weha şahidên bûyerê jî anî zimên ku cenazeyê Xalid Mihemedî hîn li nexweşxaneyê tê ragirtin û heta niha jî radestî malbata wî nehatiye kirin.

 

Ev nivîs 163 car hatiye xwendin.