Civîna di navbera Partiya DEMê û Wezîrê Dadê yê Tirkiyê de hat paşxistin

PeyamaKurd – Civîna ku ji hêla Şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê ve bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç re hatibû plankirin, ji ber "tevliheviya bernameyê" hat paşxistin.
Dihat payîn ku endamên Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) Pervin Buldan û Mithat Sancar îro saet 13:30an de bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç re hevdîtin bikin.
Partiya DEM ragihand ku civîn hatiye paşxistin.
Partiya DEMê di daxuyaniyê de diyar kir: "Ev bername ji ber tevliheviya bernameyê hat paşxistin. Dema ku dîrok û dema civîna ji nû ve diyar bibe, wê agahî were dayîn."





