Îranê bersiva Trump da: Ti daxwaza hevdîtinê negihîştiye me

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî, li ser daxuyaniyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ku gotibû, wan ji bo danûstandinan dîrokek bi Îranê re diyar kiriye, daxuyanî da.
Bekayî bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva daxuyaniyên Trump ên, ‘Ji Îranê daxwaza hevdîtinê hatiye kirin’ da û got, “Ji aliyê Amerîkayê ve ti daxwazeke hevdîtinê negihîştiye me.”
Hêjayî gotinê ye, Trump di dema hevdîtina Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû de li Koşka Spî gotibû, “Me bi Îranê re ji bo danûstandinan dîrokek diyar kir û Îranî dixwazin bi me hevdîtinê bikin.”
Ev nivîs 117 car hatiye xwendin.




