5 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

PeyamaKurd – Di pevçûnên duh şeva Duşemê de, li bakurê Xezeyê, li bajarokê Beyt Hanûnê, 5 leşkerên ji Tabûra Netzah Yehûda ya Artêşa Îsraîlê hatin kuştin û 14 leşkerên din birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Artêşa Îsraîlê, rewşa du birîndaran giran e. Êrîş dema dewriyeke piyade ya leşkerî piştî saet 22:00 bi dema herêmî li Beyt Hanûnê diçû, bi teqîna bombeyeke li kêleka rê pêk hat.
Daxuyaniya Hemasê
Berdevkê Lîwayên Îzzeddîn el-Qesam, baskê çekdarî yê Hemasê, Ebû Ubeyda, êrîş weke "derbeyekê" li navûdengê artêşa Îsraîlê bi nav kir. Wî got:
"Her çend Îsraîl vê dawiyê bi mûcîzeyekê leşkerên xwe rizgar kiribe jî, dibe ku careke din nikaribe vê yekê bike. Biryara herî bêaqil a Netanyahû ew e ku hêzên xwe li Xezeyê bihêle."
Ebû Ubeyda herweha îşaret bi îhtîmala girtina leşkerên nû kir.
Bertekên Siyasî
Piştî bûyerê, Wezîrê Ewlekariya Neteweyî yê Îsraîlê Îtamar Ben Gvir bang li Serokwezîr Benjamîn Netenyahû kir ku tîma danûstandinan ji Dohayê vekişîne û got:
"Divê danûstandinên bi Hamasê re rawestin."
Her weha, Wezîrê Darayî Bezalel Smotrich daxwaz kir ku alîkariya mirovî ya ji bo Xezeyê divê tavilê bê rawestandin û "dagirkirina" deverên di bin kontrola artêşê de bê kirin.
Hejmara giştî ya windahiyên Îsraîlê
Li gorî daneyên artêşa Îsraîlê, ji destpêka şerê Xezeyê di 7ê Cotmeha 2023yan de, 888 leşkerên wê hatine kuştin û herî kêm 6 hezar û 60 leşker jî birîndar bûne.
Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.




