Rubio: Derxistina HTŞê ji lîsteya terorê gaveke girîng a bicihkirina plana Trump e

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marko Rubio li ser derxistina Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) ji lîsteya terorî got, derxistina navê HTŞê ji lîsteya terorê ji bo bicihkirina planên Donald Trump ên li Sûriyê gaveke girîng e.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marko Rubio got, derxistina Heyet Tehrîr Şamê ji lîsteya terorê wê yekê nîşan dide ku Washington rêzê li hikûmeta nû ya Sûriyê ya bi serokatiya Ehmed Şera digire.
Rubio diyar kir, ew biryara Amerîkayê piştî wê yekê hat ku HTŞ bi fermî hat hilweşandin, herwiha desthilata Şamê ragihand ku ewê bi hemû awayan rûbirûyî terorê bibin.
Rubio da zanîn, biryara derxistina navê HTŞê ji lîsteya terorê ji îro sêşemiyê 8ê Tîrmehê pê de dikeve meriyetê.
Li aliyê din Wezareta Derve ya Sûriyê jî pêşwazî li biryara Amerîkayê kir û ragihand, ew yek ji bo pêşvebirina welat gaveke girîng e.
Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.




