Li Kanadayê du balafir li hewa li hev ketin û 2 pîlot mirin

Li Kanadayê du balafir li hewa li hev ketin û 2 pîlot mirin

PeyamaKurd - Li Kanadayê li eyaleta Monitobayê li devera Hanoverê du balafirên bi yek motor, di wexta perwerda ajotvanan de li hewayê li hev ketin û di encamê de 2 pîlotên xwendevan mirin.

Hat ragihandin ku ji bilî her 2 pîlotan di balafiran de ti kes nebûye. Bûyer bi wextê Kanadayê seet di 08.45an de qewimî.

Li gor xebera CBC Newsê; berdevkê polîsên siwarî yê qraliyeta Kanadayê (RCMP) Melanie Roussel li ser qezayê daxwuyanî daye ku di wexta qezayê de tenê her dû ajotvan di balafiran de bûn e.

Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.