Hevserkoka DEM Partîyê: Ev hefte ji bo aştiyê dîrokî ye

Hevserkoka DEM Partîyê: Ev hefte ji bo aştiyê dîrokî ye

PeyamaKurd- Hevseroka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari di koma partiya xwe ya Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî û li ser mijara çekdanîna PKKê got, "Ev hefte ji bo aştiyê dîrokî ye.”

Hatîmogullariyê da zanîn ku Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hevdîtineke girîng pêk aniye û diyar kir ku ew di hefteyeke dîrokî re derbas dibin.

Hatimogulları wiha got, “Heyeta me di hevdîtina bi Erdogan re qonaxa niha ya pêvajoyê û pêngavên ku dê di paşerojê de bêne avêtin gotûbêj kiriye. Bi derbasbûna serkeftî ya vê hefteya dîrokî, em ji dil hêvî dikin ku astengiyên siyasî û hiqûqî yên li Tirkiyeyê rabin û deriyê destpêka aştî û demokrasiyê vebe."

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê behsa hevdîtina Şanda Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re kir û wiha axivî: "Ocalan di hevdîtinê de ji Heyeta Îmraliyê re gotiye, ‘Em di pêvajoya çekdanînê de di qonaxeke gelek krîtîk de ne, bi derbaskirina vê qonaxê re mirov dikare derbasî pêvajoyeke ku azadî, demokrasî û hiqûq tê de esas in bibe.

Ocalan tekez kiriye ku ji bo gihîştina demokratîkbûna giştî ya Tirkiyeyê û aştiyê, berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî.”

Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.