Li bajarê Semsûrê du teref bi çekan pevçûn: 2 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê li taxa Fatihê di sîta êzingvanan de di navbera du terefan de pevçûna çekdarî qewimî û di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Di pevçûnê de kesê nasnama wî nehat zanîn bi demançê li 2 kesan xist û her dû kesên bi navên Yusuf K. û Berat Y. birîndar kir.
Tîmên tenduristiyê piştî çûn ciyê bûyerê, birîndaran bi ambûlansê birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya bajarê Semsûrê (Adıyaman). Hat gotin ku rewşa birîndaran baş e. Lê sedema pevçûnê nehat zanîn û lêpirsîna bûyerê dewam dike.
Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.




