Hikûmeta Sûriyê: Me hin kesên girêdayî pasdarên Îranê girtin

Hikûmeta Sûriyê: Me hin kesên girêdayî pasdarên Îranê girtin

PeyamaKurd- Wezareta Navxwe ya hikûmeta veguhêz a Sûriyê ragihand ku hêzên wan kesên girêdayî Pasdarên Îranê li Dêrazorê girtine.

Wezaretê îro 7ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê ragihand, hêzên wan doh 6ê Tîrmehê operasyoneke ewlehîyê ya berfireh li bajarê Bûkemalê a Dêrazorê de zêdetirî 50 kes girtine.

Li gorî daxuyaniyê, kesên girtî bazirganên çekan û madeyên hişbir in û herwiha hin kesên girêdayî Pasdarên Îranî jî di wê operasyonê de hatine girtin.

Wezaretê eşkere kir ku ev operasyon di çarçoveya pêkanîna aramiyê li Dêrazorê de hatiye encamdan.

Ev nivîs 122 car hatiye xwendin.