Ciwanekî welatiyê Fransî-Almanî li Îranê hate winda kirin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku turîstekî temen 18 salî yê xelkê Fransa ku nasnameya wî ya Almanî jî heye dema derbasî Îranê bû, winda bû û eger heye hêzên rejîma Îranê ew girtibin.
Medya Fransayê ragihandiye ku ciwanê 18 salî yê geştiyar bi navê Lênart Montêrlos ku bi duçerxeya xwe dixwest derbasî welatên din ên Asyayê bibe, dema derbasî axa Îranê bû, agahî jê neyaê standin.
Li gorî nûçeyê îhtimal heye hêzên Îranê ew girtibin. Berpirsên Fransayê xelkê xwe hişyar kirine ku xwe ji serdana axa Îranê biparêzin û egera vê heye rejîma Îranê ku ji ber ambargoyên welatên Rojava welatiyên wan wekî şantaj bikar bîne.
Beriya niha jî bêyî ti belgeyekê, 2 mamostayên Fransî yên bi navên Sîsîl Koller û Jak Parîs wekî şantaj ji aliyê Îranê ve hatibûn girtin û ew sîxurtiyê hatibûn tohmetbarkirin. Fransayê jî ew tohmetên îranê red kirin.
Ev nivîs 127 car hatiye xwendin.




