Tom Barack: Em bi hêvî ne ku Hizbullah çekan deyne

Tom Barack: Em bi hêvî ne ku Hizbullah çekan deyne

PeyamaKurd- Nûnerê Taybet ê Amerîka yê Sûriye-Lubnanê Tom Barack ragihand ku hem Îsraîl hem jî Hizbullah dixwazin şerê di navbera xwe de bi rêya rêkeftinekê bidawî bikin û got, ji ber vê yekê, ew geşbîn e ku Hizbullah dê bersiveke erênî bide pêşniyara Amerîkayê ya ji bo danîna çekan.

Barrack îro 7'ê Tîrmehê piştî civîna xwe ya li gel Serokê Lubnanê Joseph Aoun daxuyanî da û got ku ew derbarê bersiva Hizbullahê de geşbîn e û diyar kir, "Hikûmeta Libnanê di demeke kurt de bersiveke gelek baş da me," lê belê hûrgiliyên vê bersivê eşkere nekir.

Thomas Barrack di serdana xwe ya 19ê Hezîranê de, pêşniyarek pêşkêşî berpirsên Lubnanê kiribû. Li gor pêşniyarê, divê Hizbullah di nava çar mehan de, bi temamî çekên xwe deyne. Di berdêla vê de, Îsraîl dê êrîşên xwe yên asmanî rawestîne û leşkerên xwe ji pêgehên li başûrê Lubnanê vekişîne.

Barrack ku di heman demê de şêwirmendê Serokê Amerîkayê Donald Trump û Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê ye got: "Ez di wê baweriyê de me ku Îsraîl şerekî li Lubnanê naxwaze. Her du alî jî dixwazin heman fikrê pêk bînin; ango rêkeftineke ji bo rawestandina şer bi rêyên aştiyane.”

Ajansa Reutersê jî derbarê mijarê de ragihandibû, Hizbullahê berê di çarçoveya agirbesta sala borî de beşek ji çekên xwe radest kiribû û ji beşeke başûrê Lubnanê paşve vekişiyabû. Herwiha Reutersê destnîşan kir ku Îsraîlê hêzên xwe li pênc pêgehên li başûr bi cih kirine û êrîşên xwe yên asmanî didomîne.

Ev nivîs 122 car hatiye xwendin.