Mesrûr Barzanî: Pirsgirêka me bi Bexdayê re siyasî ye, ne teknîkî ye

PeyamaKurd- Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro 7ê Tîrmehê li Hewlêrê bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya. Hate ragihandin ku di civînê de, Mesrûr Barzanî bal kişand ser guhertin û pêşketinên vê dawiyê yên Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê.
Cîgirê Serokê PDKê got: “Herêma Kurdistanê ji bo ti aliyekî nabe gef û metirsî û her tim dê bibe faktoreke sereke ya tenahî û aramiyê li deverê.”
Mesrûr Barzanî bal kişand ser rola girîng a Serok Barzanî di lihevnêzîkkirina aliyên Kurdistanî de, bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê û herwiha di xebata ji bo biserxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê de.”
Cîgirê Serokê PDKê di ser têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de jî diyar kir: “Pirsgirêka me bi hikûmeta federal re pirsgirêkeke siyasî ye, ne pirsgirêkeke teknîkî ye, ji ber ku mixabin li Bexdayê bi awayekî nerewa û nedadperwerane û bi cudahî û awayekî nedestûrî serederî bi Herêma Kurdistanê re tê kirin.”
Mesrûr Barzanî got, “Iraq welatekî federal e û Herêma Kurdistanê jî xwedî qewareyekî destûrî ye û divê rêz li desthilat û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bê girtin.” Barzanî da zanîn, “Herêma Kurdistanê tu carî dest ji ti mafên xwe yên destûrî bernade.”
Mesrûr Barzanî di civînê de diyar kir, “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha li Bexdayê ye, da ku bi zûtirîn dem pirsgirêka birîna mûçeyên xelkê Herêma Kurdistanê bê çareserkirin.”
Cîgirê Serokê PDKê wiha pê de çû: “PDK bi rêberiya cenabê Serok Barzanî berevan û parêzera yekê û sereke ya maf û daxwazên xelkê Kurdistanê û qewareya Herêma Kurdistanê ye û garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye, lewma xurtbûna PDKê xurtbûna Kurdistanê ye û bi piştgiriya Xudayê mezin, xelkê welatparêz ê Kurdistanê dê her tim ber bi zêdetir serkeftinê ve pêngavan biavêje.”
Ev nivîs 129 car hatiye xwendin.




