Erdogan bi şanda DEM Partiyê re civiya: Pêvajo dikeve qonaxeke nû

Erdogan bi şanda DEM Partiyê re civiya: Pêvajo dikeve qonaxeke nû

PeyamaKurd- Şanda DEMa Partiyê piştî hevdîtina li Girava Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re, îro 7ê Tîrmehê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re li Koşka Serokomariyê civiya.

Di hevdîtinê de, Parlamentarên DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bûn û ligel Erdogan jî Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalın jî beşdarî kirin.

Hevdîtina Erdogan û DEM Partiyê nêzîkî 1 demjimêrê berdewam kir. Tê çaverêkirin Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî bide.

Beriya hevdîtinê şanda DEM Partiyê ragihandibû ku “êdî qonaxeke nû dest pê dike”

Endamê şandê Mithat Sancar Sirri Sureyya Onder bibîr anî û got: “Berî her tiştî em careke din Serok Sirrî bînin bîra xwe. Bi rastî jî xwedî kedeke mezin bû, hûn jî dizanin. Ew beşdarî hevdîtina yekemîn bû. Ev hevdîtina duyemîn ji bo me hevdîtineke dîrokî ye. Lewra pêvajo êdî dikeve qonaxeke nû.”

Sancar got: “Di vê qonaxa nû de pêwîstî bi şêwirîn û danûstandina fikran heye. Ji ber vê yekê îro em ê van hemûyan bi Serokomar û heyeta wî re, em jî wek heyet, biaxêvin û gotûbêj bikin. Ji bo avêtina gavên pêwîst, pêkanîna şêwirînê girîng e. Bi vê wateyê em hêvî dikin ku civîneke bi xêr û berhemdar be. Em girîngiyeke mezin didin vê hevdîtinê. Careke din dibêjim bila ji bo me hemûyan bi xêr be.”

Mîthat Sancar li ser leşkerên ku ji ber jehrîbûna gaza metanê jiyana xwe ji dest dane got: “Bi rastî jî ev xemgîniyeke mezin e. Dema em di hevdîtinê de bûn ev nûçe hat. Em hemû, birêz Ocalan jî gelek xemgîn bûn. Ji bo ku êşên bi vî rengî neyên jiyîn, divê em vê rêyê pêş ve bibin.”

Ev nivîs 131 car hatiye xwendin.