ENKS: Herî kêm 200 Kurd di zindanên Efrîn de ne

ENKS: Herî kêm 200 Kurd di zindanên Efrîn de ne

PeyamaKurd – Ehmed Hesen, serokê Encumena Xwecihî ya Erînê ya Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS), got ku rewşa bajêr ji aliyê ewlehiyê ve ji berê çêtir e, lê nêzîkî 200 Kurd di zindanan de ne.

Her çend rejîma Esed nêzîkî heft meh berê hilweşiya û hêzên hikûmeta nû ya Şamê vegeriyan lê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hîn jî ji bo Kurdan venegeriyaye rewşa xwe ya normal.

Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê yê li Efrînî, Ehmed Hesen, derbarê rewşa Efeînêde ji ajansa RUDAWê re axivî û got:

"Rewşa li Efrînê hêdî hêdî baştir dibe, lê hîn negihîştiye rewşa xwe ya asayî. Bi kêmanî 200 Kurd di zindanên Efrînê de ne. Kurdbûn sedema sereke ya girtinê ye, û piraniya sedemên girtinê li ser têkiliyên bi Rêveberiya Xweser ve girêdayî ne."

Kurdên ku li herêma Efrîn hatine girtin li navenda Efrînê, li navçeyên Raco, Bilbil, Mare û Ezezê têne girtin.

"Hin komên çekdar hîn jî berpirs in"

Ehmed Hesen destnîşan kir ku desthilatdariya li ser Efrînê niha hikûmeta Sûriyê ye û got, "Li gel rêveberiya Şamê, hin komên çekdar hîn jî di desthilatdariyê de ne û biryarên serbixwe didin."

"Ji sedî 20ê Ereban vegeriyane"

Ji aliyekî din ve, Ehmed Hesen, behsa vegera Erebên koçberî Efrînê bûne, kir û got, "Veger berdewam dike, lê ji sedî 20î zêdetir Erebên koçber hîn venegeriyane."

 

Ehmed Hesen derbarê vegera welatiyan bo Efrînê de jî got, "Heta niha vegera Kurdan roj bi roj hêdî hêdî berdewam dike, lê astengiyên li pêşiya vegerê bi tevahî nehatine rakirin."

"Ew malên Kurdan radest nakin" 

Li gorî Ehmed Hesen, heta niha komên çekdar li navçeya Şiyê ya Efrîn zêdetirî 50 malên welatiyan desteser kirine û ew van xaniyan nadin xwediyên wan.

Hesen got,

"Xanî hatine valakirin lê komên çekdar wan nadin Kurdan, hin ji wan pere dixwazin. Ji bo ku xanî vegerînin xwediyên wan, ew di navbera 1000 û 2000 dolar û hêj bêtir jî dixwazin."

Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.