Amerîkayê HTŞ ji lîsteya terorê derxist

PeyamaKurd- Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku wan desteya Heyet Tehrîr El-Şam (HTS), ku berê wek Cebhet El-Nusra dihat naskirin û niha serokê wê Ehmed Şera (Colanî) serokomarê Sûriyê ye, ji lîsteya xwe ya "rêxistinên terorîst" derxistiye.
Wezaretê bi daxuyaniyeke fermî ragihand, "Piştî şêwra bi Dozgerê Giştî û Wezîrê Xezîneyê re, li gorî vê biryarê, Cebhet El-Nusra, ku wek Heyet Tehrîr El-Şam û bi navên din jî tê naskirin, wek rêxistineke terorîst a biyanî tê hilweşandin."
Hate destnîşankirin, ev pêngav li gorî benda 219an a Yasaya Koçberî û Welatîbûnê ya Amerîkayê hatiye avêtin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê di Kanûna 2012yan de "Cebhet EL-Nusra" xistibû lîsteyê, berî ku rêberê wê Ebû Mihemed El-Colanî navê wê biguherîne bike Heyet Tehrîr el-Şam-HTŞ.
8ê Kanûna 2024an jî HTŞê bi serokatiya Colanî (Ehmed Şera) êrîşeke berfireh da destpêkirin ku di encamê de rejîma Beşar Esed hilweşiya. Piştî van geşedanan, Colanî ku paşê bi navê xwe yê rastî Ehmed Şera hat naskirin, ji bo heyama 5 salan serokatiya Sûriyeyê girt ser milê xwe.
Biryar, piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di Gulana borî de, di serdana xwe ya Erebistana Siûdî de, ligel Ehmed Şera civiya û gotibû, cezayên li ser Sûriyeyê hatine rakirin hate dayîn. Trump gotibû, ev pêngav li ser daxwaza Prensê Siûdî Mihemed bîn Selman pêk hatiye.
Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.




