5 polîsên Iraqê yên pêl alên Amerîka û Îsraîlê kiribûn ji kar hatin dûrxistin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku di 5 efserên polîsên Iraqê ku di merasîma Aşûreyê pêlî alên Îsraîl û Amerîkayê kiribûn ji kar hatine dûrxistin.
Li gor zanyariyan Wezîrê Navxwe yê Iraqê ferman daye ku fermandarê polîsê Xurmatû û çar efserên din ên payebilind ji kar bên dûrxistin.
Hate diyarkirin ku piştî wêne li ser torên civakî hat belavkirin ew 5 polîs bi fermana Wezîrê Navxwe ji erkên xwe hatine dûrxistin.
Hate zanîn kesên ku ji karên xwe hatine dûrxistin fermandarê polîsê Xurmatû Lîwa Husên, rêveberê narkotîk û nehiştina madeyên hişber Emîd Samir, rêveberê fewca hewarçûnê Emîd Muhsin, û rêveberê polîsê Xurmatû Eqîd Feysel û rêveberê trafîka Xurmatû Eqîd Mihemed Îsmaîl in.
Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.




