Pizişkiyan: Îsraîlê hewla kuştina min da, lê bi ser neket

Pizişkiyan: Îsraîlê hewla kuştina min da, lê bi ser neket

PeyamaKurd- Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ji rojnamevanê Amerîkî Tucker Carlson re axivî û got, Îsraîlê hewl daye wî bikuje lê bi ser neketiye.

Serokomarê Îranê ragihand ku Îsraîlê hewl daye wî bikuje û tekez kir ku ew şer naxwazin.

Pizîşkiyan derbarê slogana "Mirin ji Amerîkayê re" jî got ku armanc jê ne gelê Amerîkayê ye.

Li ser pirsa ka "Gelo Îsraîlê hewl daye sûîkastê li wî bike?"  Pizîşkiyan got, "Belê, wan hewl da û li gorî wê tevgeriyan lê ew bi ser neketin."

Li ser pirsa ka welatiyên Îranê yên li Amerîkayê dijîn "şaneyên razayî" ne yan na, Pizîşkiyan got, "Îsraîl hewl dide vê yekê bixe nav hişê we. Hûn belav dikin ku Îranî dikarin tiştekî wiha bikin lê ev bi temamî şaş e, ji ber ku Îranî ji cewherê xwe ve ji aştî û aramiyê hez dikin."

Pizîşkiyan da zanîn ku Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî tekez kiriye ku ti sînordarî û astengî li pêşiya hilberînerên Amerîkî nîne ku werin Îranê û hilberînê bikin.

Serokkomarê Îranê got, "Serokê Amerîkayê (Donald) Trump xwedî wê şiyanê ye ku herêmê ber bi aştî û paşerojeke geştir ve bibe û Îsraîlê li cihê wê bide rûniştandin, an jî wê bikişîne nav çaleke bêdawî û zilmekê."

Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.