Li Çewlîgê qezayeke trafîkê çêbû: 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Çewlîgê yê Bakurê Kurdistanê qezayeke trafîkê çêbû û 3 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên Çewlîg û Erziromê.
Hat ragihandin ku qeza li ser riya Çewlîg û Erziromê, li devera Germikan pêk hatiye.
Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, wesayîta ticarî ya bi plakaya 27 BCU 347 û û otomobîleke bi plakaya 44 NB 549 li hev qelibîn û di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Piştî xeberdanê ekîbên UMKE, yên cansaxiyê û cendirme çûn devera qezeyê.
Ekîbên cansaxiyê midaxeleya ewil li ciyê qezayê li birîndaran kir û piştre ew bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya li Çewlîgê.
Derheqê qezayê de lêpirsîn dewam dike.
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.




