Rojava | Li nexweşxaneya Girê Spî kesek hat kuştin, 4 jî birîndar bûn

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Di li nexweşxaneya bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku di bin kontrola komên çekdarên girêdayî Tirkiyê de ye, pevçûnek derketiye û di encamê de kesek hatiye kuştin, 4 jî birîndar bûne.
Çavkaniyeke xwecihî ya ji bajarê Girê Spî ragihand, di encama pevçûna li nexweşxaneya Girê Spî de, çekdarê "Polîsên Leşkerî" yê girêdayî Tirkiyê Ebû Ayşe hat kuştin û 4 ji malbatên çekdaran ên ji Dêrazorê (Hisên El Eşheb, Huzeyfa Silêman, Omer El Fedhat û Huzeyfa El Dibis) jî birîndar bûn.
Sedema pevçûnê heta nehatiye zanîn û hîn daxuyaniyek derbarê wê de nehatiye belavkirin.
Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.




