Netanyahu bi wezîrê berevaniyê yê DYA re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu bi wezîrê bergiriyê yê DYA re bi Pete Hegseth re li Pentagonê hevdîtin kir. Di hevdîtina wan de mijara êrîşên li Xezayê û bernama nuklerî ya Îranê hebû.
Hegseth, li Pantagonê pêşwaziya Netanyahu bi merasima fermî kir. Di merasimê de hevjînên her dû lîderan jî hebûn. Berya hevdîtina fermî her dû wezîr bersivên rojnamevanan dan.
Di hevdîtinan de wê desteka DYAyê ya li ser êrîşên Xezayê û li ser mijara Îranê biaxifin.
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.




