Îranê windayên xwe yên şerê Îsraîlê eşkere kir

PeyamaKurd- Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê bi daxuyaniyekî windayên şerê ligel Îsraîlê eşkere kir.
Wezaretê îdia kir ku r di êrişên Îsraîlê yên 13ê Hezîranê dest pê kirin û 24ê mehê bi agirbestê bidawî bûn de, li Îranê 700 welatiyên sivîl hatine kuştin û 18 ji wan bijîşk û karmendên sektora tenduristiyê ne.
Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Elîreza Zeferqendî îro 9ê Tîrmehê li nexweşxaneyeke Tehranê çû serdana zarokekî 5 salî yê ku di êrîşa Îsraîlê de birîndar bûye û hemû endamên malbata wî hatine kuştin.
Zeferqendî got: “Di nav qurbaniyan de 18 kes bijîşk û karmendên sektora tenduristiyê ne. Di êrîşan de 7 nexweşxane û 11 ambulans hatin armancgirtin û hinek navendên tenduristiyê jî ji ber rewşa neasayî hatin valakirin.”
Li gorî amarên fermî yên Îranê, di êrişên Îsraîlê de heta niha bi giştî hezar û 60 kes hatine kuştin û dibe ku hejmara kuştiyan dibe ku bigihîje hezar û 100 kesan.
Li gorî daxuyaniyên rayedarên Îranê 5 hezar û 750 kes jî di êrîşan de birîndar bûne. Di daxuyaniyê de behsa windayên leşkerî nehat kirin ku hejmarek fermandar û zanyarên atomî jî hatibûn kuştin.
Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.




