Yûnanistanê penaxwaziya Sûriyeyîyan rawestand

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Yûnanistanê biryar daye ku daxwazên penaberiyê yên welatiyên Sûriyê li cem xwe rawestîne.
Wezîrê Koçberî û Penaberiyê yê Yûnanistanê Sanos Bilîfrês ji rojnameyeke Yûnanî re ragihand, wan mîna Kibrisê biryar da ku daxwazên penaberiyê yên Sûriyan li Yûnanistanê rawestînin û got, biryar penaberên kevin ên xwedî mafê rûniştinê jî li xwe digire.
Wezîrê Yûnan got, kesên ku biryara wan di serî de li xwe digire, welatiyên Sûrî yên ji pêkhateya Sunî ne û da zanîn, niha ew ê di wergirtina daxwazên penaberiyê yên welatiyên kêmîneyên olî yên Sûrîyê de, berdewam bin.
Hêjayî gotinê ye, ji sala 2011an ve, Yûnanistanê mafê penaberiyê daye 147 hezar welatiyê Sûrî û li gorî hikûmeta Yûnan 150 hezarên din bi rêya Yûnanistanê xwe gihandine welatên din ên Yekîtiya Ewropayê.
Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.




