Kabîneya nehem a Kurdistanê zêdetirî 2 hezar proje bicih anî

Kabîneya nehem a Kurdistanê zêdetirî 2 hezar proje bicih anî

PeyamaKurd- Kabîneya nehemîn a Herêma Kurdistanê, di heyama deshilata xwe de, zêdetirî 2 hezar projeyên rê û kolanên navxweyî li bajar û navçeyan bicih anî.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku heta niha bi nirxê yek trîlyon û 863 mîlyar dînaran proje hatine bicihkirin ku beşeke wan ya zêde, projeyên stratejîk in; wek rêya 150 metre ya Hewlêrê, rêya 100 metrî ya Silêmaniyê û rêya Barzan li Duhokê.

Rêya 100 metrî ya Silêmaniyê di kabîneya nehem de karekî zêde jê re hat kirin û ji sedî 70ê karên wê temam bûye û biryare di demeke nêzîk de beşeke wê rêyê were vekirin.

Heta niha 926 projeyê çêkirina cadeya karên wan bi rêjeya 100% hatiye temam kirin û hezar û 41 projeyên din ên çêkirin û nûjenkirina cade û kolanan di bin proseya cîbicîkirinê de ne.

Herwaha 44 projeyên din ên navîn û stratejîk ên ku nehatine temamkirin, di kabîneya nehan de pare ji wan re hatiye dabînkirin û 13 ji van projeyan hatine temamkirin.

Projeyên çêkirin û nûjenkirina kolanan dê ji bo welatiyan rehetiyek mezin peyda bikin û dîmenê bajaran xweşiktir bikin.

Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.