Erdogan: Serkeftiyên pêvajoyê wê Tirk, Kurd û tevahiya Tirkiyeyê be

Erdogan: Serkeftiyên pêvajoyê wê Tirk, Kurd û tevahiya Tirkiyeyê be

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di civîna koma AK Partiyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de ragihand ku, wî civîneke pir berhemdar û avaker bi Şanda DEM Partiyê pêk anîye û got, “Pêşî em dê bigihîjin armanca Tirkiyeyeke bêteror û di dû re em dê bigihîjin devereke bêteror. Dost û dijmin dê şahidên van rojan bin.”

Erdogan diyar kir, "Ji bo avakirina Tirkiyeyeke bêteror ti gaveke ku canê şehîdên me biêşîne nehatiye avêtin û wê neyê avêtin jî.”

Erdogan da zanîn, "Me roja Duşemê pêşwaziya Şanda DEM Partiyê kir û me civîneke pir berhemdar, avaker û dilsozane kir. Me îradeya xwe ji bo gihîştina armanca xwe ya Tirkiyeyeke bêteror tekez kir.”

Serokomarê Tirkiyê eşkere kir, "Em hêvî dikin ku ev pêvajoya bextewer di zûtirîn demê de bi awayekî serkeftî bidawî bibe, bêyî ku ti bûyerên nexwestî çêbibin û em dê nehêlin ku ev pêvajo têk biçe jî. Bi îzna Xwedê, em ê wê mizgîniya dîrokî bidin gelê xwe ya ku ev bi dehan salan e li bendê ye. Em dê Tirkiyeyê ji belayeke nîv sed salî xilas bikin. Dema ku dîwarê terorê hilweşe, her tişt dê pir cuda be. Serketiyên serkeftina vê pêvajoyê dê Tirk, Kurd û tevahiya Tirkiyeyê bin.”

Hêjayî gotinê ye, ev daxuyaniyên Erdogan piştî banga vîdyoyî ya Abdullah Ocalan a bo PKKê hate ku biryare sibe roja Înê li Silêmaniyê komeke endamên PKKê bi merasîmekê çekan berdidin.

Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.