Serok Barzanî bi Qasim Arêcî re çareserkirina kêşeyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kir

Serok Barzanî bi Qasim Arêcî re çareserkirina kêşeyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kir

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî îro 9ê Tîrmehê pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî kir.

Baregeha Barzanî da xuyakirin, di hevdîtinê de, rewşa siyasî û ewlehiyê ya herêmê û çareserkirina kêşeyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hatin nirxandin.

Li gor daxuyaniyê, di hevdîtinê de guftûgo derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên ewlehiyê yên li herêmê û Iraqê hate kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, herdu aliyan bi berfirehî nêrînên xwe derbarê têkiliyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de û herwiha li ser çawaniya çareserkirina kêşe û pirsgirêkên di navbera herdu aliyan de anîn ziman.

Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.