Tom Barrack, Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî dê bicivin

PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack, di çarçoveya hewildanên ji bo cîbicîkirina peymana ku di 10ê Adarê de hatiye îmzekirin, biryar e ku bi Serokkomarê demborî yê Sûriyeyê Ehmed Şera û Serokê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re bicive.
Peymana ku di 10ê Adarê de di navbera HSD û Şamê de hat kirin, armanc dike ku saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Sûriyeyê re bibin yek.
Li gorî agahiyên ku televîzyona Sûriyeyê ragihand, Tom Barrack dê di rojên pêş de bi Mezlûm Ebdî re bicive, piştî wê jî dê civîneke sêalî di navbera Barrack, Ehmed Şara û Mezlûm Ebdî de were lidarxistin.
Hat ragihandin ku di civînê de dê cîbicîkirina bendên rêkeftinê, ku yekbûna hêz û saziyên HSDyê bi Hikûmeta Sûriyeyê re li nav xwe digire, dê were nîqaşkirin.
Di agahiyê de her weha hate gotin ku hin bend dikarin li ser daxwaza HSDyê û bi erêkirina Washingtonê werin guhertin.
Hat îdîakirin ku Fransayê ji Dewletên Yekbûyî re ragihandiye ku ew piştgiriyê dide pêkanîna peymanê.
Ji bilî rêkeftinê, tê payîn ku Barrack li ser hevkariya di navbera hevpeymaniya navneteweyî, Hikûmeta Sûriyeyê û hêzên HSDyê de di şerê li dijî DAIŞê de li Sûriyeyê jî nîqaş bike.
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.




