Trump û Netanyahu cara duyemîn civiyan

Trump û Netanyahu cara duyemîn civiyan

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump vê hefteyê cara duyemîn bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re ji bo nîqaşkirina meseleya Xezzeyê civiya.

Ev hevdîtina di navbera herduyan de di çarçoveya serdana sêyemîn a Netanyahu bo Amerîkayê de ji dema ku Trump di meha Çile de dest bi kar kir, pêk hat.

Civîna girtî ya di navbera Trump û Netanyahu de li Ofîsa Oval a Qesra Spî zêdetirî saetekê dom kir û di nav de li ser hewldanên berdewam ên ji bo pêkanîna agirbestek li Xezzeyê nîqaş hatin kirin.

Netanyahu di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê X ragihand ku hevdîtina wî ya duyemîn a vê hefteyê bi Trump re qediya ye.

Netanyahu diyar kir ku civîn li ser berdana girtiyên li Xezzeyê û "jiholêrakirina kapasîteya leşkerî û îdarî ya Hamasê" hatiye kirin, û tekez kir ku encamên bûyerên bi Îranê re û îmkanên ku ew dikarin bînin jî hatine nîqaşkirin.

Li gorî platforma nûçeyan a Amerîkî Axios, beriya civîna Trump û Netanyahu, şandeyek ji rayedarên Qeterê hatin Qesra Spî û bi rayedarên payebilind re çend saetan hevdîtin kirin.

 
Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.